Heddad: Para Kurdistanê bo erêkirina budçeyê ne astenge

Heddad: Para Kurdistanê bo erêkirina budçeyê ne astenge

PeyamaKurd – Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Heddad li ser hevdîtinên komisyona darayî ya Iraqê û para Herêma Kurdistanê di butçeya Iraqê de ragihand ku para Kurdistanê nabe asteng li pêşiya erêkirina budçeyê. Heddad bi komisyona darayî ya parlementoyê û hinek wezîrên Iraqê re civînekî çêkir.

Piştî hevdîtinê Beşîr Heddad civîna çapemeniyê lidarxist û got para herêma Kurdistanê di budçeyê de bo erêkirina budçeyê ne astenge.

Bo dengdana budçeya sala 2021 ê sibe parlemento dicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin