Wezareta Pêsmerge kêmendam û birîndarên çeperê dîsa li ber çavan derbas dike

Wezareta Pêsmerge kêmendam û birîndarên çeperê dîsa li ber çavan derbas dike

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ragihand, dê pêdaçûnê bi tevahiya kêmendam û birîndarên çeperên Pêşmerge bikin û yên ku bi rêkên ne qanûnî xwe wek kêmendam û birîndarê çeper dane nasîn, jê derxînin.

Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji medya Kurdistanê re got, bi fermana serokatiya Herêma Kurdistanê û encumena wezîran, komîteyeka pispor pêk hatiye ji bo dubare pişkinîna tevahiya kêmendam û birîndarên çeper yên Pêşmerge ku hejmara wan 9 hezar kes in.

Cebar Yawer her wiha got, ev du sal in komîteya han kar dike. Karê wê ber bi xilasbûnê ve diçe. Di dûmahîka vê xebatê de dê gelek ji wan kesên ku bi rêkên ne qanûnî xwe wek kêmendam û birîndarên çeperê dabûn nasîn, ji nav kêmendam û birîndaran de bên derxistin û ew îmtiyazên ku distandin jî bên qutkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin