Al Monitor: Amerîka li hemberî Îranê ‘baregehên’ xwe xurttir dike

Al Monitor: Amerîka li hemberî Îranê ‘baregehên’ xwe xurttir dike

PeyamaKurd -  Piştî kuştina generalê îranî Qasim Suleymanî ji aliyê Amerîkayê ve, Îranê bi moşekan êriş biribû ser baregahên Amerîkayê yên li Iraqê. Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji bo rêlibergirtina vê yekê baregehên xwe xurttir dike.

Li gorî nûçeya Al Monitorê, Pentagon piştî êrişên moşekî yên Îranê difikire ku ji bergiriyê, zêdetir mekanîzmayên parastinê bişîne Rojhilata Navîn.

Îranê bi moşekên balistik baregeha El Esedê armanc kiribû, herwiha Hewlêr jî bûbû armanca êrişan lê zirar û ziyanên canî çênebûbûn. Sekreterê Artêşa Amerîkayê Tyan McCarthy derbarê bûyeran de daxuyaniyek dabû û wiha gotibû, “van rûdanan kir ku Amerîkî zêdetir bibin armanca êrişên Îranê. Îran neyarekî bi qabîliyet e û şiyana wê heye ku li Amerîkiyan bide yan wan bikuje.”


‘Biryara teqwiyeyê dê Pentagon bide’


Di vê barê de Sekreterê Berevaniyê McCarthy da zanîn ku dê biryar were dayîn ku zêdetir hêz were şandin yan na. Sekreterê Amerîkî, “Pergalên Parastina Hewayî û ekîpmanên cur bi cur gelekî bi kêrhatî ne. Lewra em div ê çarçoveyê de difikirin.”

Rayedarên payebilind ên Amerîkî hefteya borî ragihandin ku ji bo rêlibergirtina êrişan Pentagon dê zêdetir hêzan li herêmê bicî bike. Pentagon pergalên parastina hewayî yên li Rojhilata Navîn xurttir kirin.

Li herêmê mezintirîn cebilxane ya Îranê ye. Rêveberiya Trump jî bangî Îranê dike ku dawî li bernameyê çekên nukleerî bîne û rêkeftineke nû ya di warê çekên nukleerî de pêk were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin