Welatiyekî ji Rojavayê Kurdistanê bi hinceta "endamtiya YPGê" hat girtin

Welatiyekî ji Rojavayê Kurdistanê bi hinceta "endamtiya YPGê" hat girtin

PeyamaKurd Tîmên Şaxa Terorê ya Fermadariya Cendirmeyan, li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, bi hinceta "endamtiya YPGê" welatiyekî ji Rojavayê Kurdistanê girtin.

Li gor zanyariyan, bi hinceta `li herêma Kobaniyê di nav YPGê de kar kiriye`, welatiyê ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê F.M. hatiye desteserkirin.

Herwiha F.M. piştî karê îfadewergirtinê şandin dadgehê û bi biryara dadgehê hat girtin. F.M. piştî biryarê, veguhestin girtîgeha Rihayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin