PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîma danîna kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ku bi 26 milyar û nîv dînaran e gotarek pêşkeş kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de diyar kir, ji ber careke din serdana deverê kiriye bextewar e ku wê li Zaxoka delal kevirê bingehîn ê hin projeyên nû dayne û salvegera yekem a bûna Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li hemû aliyekî pîroz kir û da zanîn, hêvîdar im berpirsên îdareyê di xizmetkirinê de berdewam bin.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: Di dema borî de gelek proje di warên rê û sektora perwerde, tenduristî û sektora geştyariyê de hatine encamdan. Lê mixabin ew xizmetên layîqî xelkê Zaxo bûn heta niha nehatibûn kirin. Pêwîst e xizmeta welatiyê me bê kirin û tişta ku em bikarin bikin ji bo başkirina jiyana welatiyê Zaxo û awayê bajarvaniyê li Zaxoyê em bêxemiyê nakin û înşala em ê berdewam bin.
Serokê Hikûmetê eşkere kir, wê hin proje bikevin warê cihbicihkirinê û hin proje jî hene wê paşerojê de bên encamdan ku ew jî bicihanîna şeqama 60 metrî ya Zaxo, nexweşxaneya qeza Batîfa û navçeya pîşesaziya Zaxo ku hemû wê bibin derfet. Hem derfeta kar ji bo xelkê Zaxoyê wê ava bike, hem jî wê alîkar bin ji bo pêşxistina warê aborî. Ji ber wê jî tenê ne li Zaxo, wê li hemû Kurdistanê jî ew xizmet berdewam bin.
Di berdewamiyê de Barzanî destnîşan kir, Zaxo ji bo me girîng e, devera Zaxo bi awayekî giştî devereke girîng e. Gelek qurban ji bo parastina Herêma Kurdistanê daye. Ew tevgerên şoreşî yên li Kurdistanê li dû hev hatine kirin li vê deverê û ji ber wê jî vê deverê gelek qurban dane. Ez niha li vê derê bav û kesûkarên gelek şehîdan dibînim. Niha vê derê rawestane û amade ne. Ez bi rêzdarî serê xwe li ber wan diçemînim. Hêvîdarim xwedê temenekî dirêj bide wan û piştevanbin ji bo îdareya xwe ku îdareya serbixwe ya Zaxo jî di xizmeta we de be.
Herwiha Serokê Hikûmetê diyar kir, welatiyekî zêde heye li Zaxo xwedî şehîd e û zehmetiyên mezin kêşane. Wekî piraniya navçeyên din ên Kurdistanê û wan jî bêxemî nekirine di pêşxistina destkeftên Kurdistanê de. Her xizmeteke ji bo vê deverê bê kirin mafê wan e û layîq in û pêwîst e roj bi roj qasî ku em bikarin divê devera Zaxo pêş bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin