Macron pistrast kir: Me frokeyên Îranê xist

Macron pistrast kir: Me frokeyên Îranê xist

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di derbarê hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê de got ku ji bo pêşîlêgirtina aloziya li Rojhilata Navîn divê rejîma Îranê bê îzolekirin. Macron got: Di dema hêrişa Îranê de hêzên wan ên li Urdunê frokeyên bêmirov ên Îranê xistine xwarê.

Macron ku 100 roj beriya Lîstikên Olîmpiyadê yên ku li paytext Parîsê tên lidarxistin bû mêvanê bernameya hevpar a kanalên BFMTV û RMC yên Fransî , di axaftina xwe de balê kêşa ser hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê û got:

“Ji bo aloziya li Rojhelata Navîn zêde nebe em ê her tiştî bikin. Em ê ne bi zêdekirina aloziyan, lê bi îzolekirina Îranê û razîkirina welatên herêmê ku Îran metirsîdar e û zêdekirina siza û fişaran li ser çalakiyên nukleerî yên Îranê bersiv bidin.

Serokkomarê Fransayê destnîşan kir ku Îsraîl xwe diparêze û hêrişên Hamasê yên li dijî Îsraîlê jêdera aloziyên Rojhelata Navîn e û dom kir:

“Ji aliyekê ve divê em li pişt Îsraîlê bin da ku xweparastina Îsraîlê garantî bikin û ji aliyê din ve jî divê em sînorek diyar bikin da ku alozî zêde nebe.”

Macron diyar kir ku Fransa ji bo çareseriya vê qeyranê bi hemû welatên pêwendîdar re dixebite û anî ziman ku divê rola gring a li herêmê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ber çavan bê girtin.

Macron destnîşan kir ku Washington dikare di kontrolkirina Îranê de roleke gring bileyze.

“Me frokeyên Îranê xist”

Serokomarê Fransayê di derbarê berxwedana Îsraîlê ya li dijî hêrişa Îranê de angaşt ku ji ber ku dikaribû hemû frokeyên bêmirov û mûşekan pûç bike, Îsraîl serkeftî bûye.

Macron di derbarê hêrişê de got: “Di dema hêrişên Îranê de, li ser daxwaza Urdinê me li ser asmanê Urdunê, bi frokeyên bêmirov en xwe firokeyên bêmirov ên Îranê xistin xwarê.”

Macron bi bîr xist ku li Urdunê baregeheke leşkerî ya Fransayê heye û destnîşan kir ku rejîma Îranê qada hewayî ya Urdunê binpê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin