PeyamaKurd- Yek ji kesayetiyên ku karibe hilbijartinên Tirkiyê tayîn bike; serokkomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gül e.
11emîn serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gül îro limêja xwe ya înê di mizgeftekî bajarê Îstenbolê de kir û piştî limêja înê bi çapemeniyê re hinek axaftinan kir. Gül di axaftina xwe de weha got:
“Dema behsa hlbijartinê dibe niqaş, heyecan û tiştên bendeyî hene. Ev tev gelek normalin û perçeyek jê ne. Bi taybetî yên bi memleket re têkildarin û yên ku dixwazin her tişt baştir be. Hemwelatî hene bi endîşe ne. Tiştên ku di derbarê min de jî tên gotin hene. Ya rast ez naxwazim li ber mizgeftekî van tiştan bêjim. Ji ber wê ez ê sibê bangî we bikim û fikrên xwe ji we re bêjim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin