Ji ber koronayê wê 19 hezar mehkûm bên berdan

Ji ber koronayê wê 19 hezar mehkûm bên berdan

PeyamaKurd – Welatê Afrîkaya Başûr bi sedema pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 li girtîgehan, wê 19 hezar mehkûmên xeteriya jiyana wan heye azad bike.

Serokomarê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa, li ser bangewaziya Neteweyên Yekbûyî (NY) bo rûbirûbûna koronayê berdana girtiyan, daxuyaniyek da û got, wê 19 hezar mehkûmên xeteriya jiyanê bi wan re heye bi mebesta pêşîgirtina belavbûna koronayê werin berdan.

Li Afrîkaya Başûr ku serjimariya wê 58 milyon kes e, 155 hezar girtî di girtîgehan de hene.

Li welatê Afrîkaya Başûr heta niha 161 kes ji koronayê can dane û hejmara pêketiyan jî gihîştiye 8 hezar û 232 kesan.

Li girtîgehan jî 172 pêketiyên koronayê û 3 mirî hatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin