PeyamaKurd – Weku rayagiştî ya Kurdistanê dizane, dema Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, merasîmeke sondxwarinê hat lidarxistin û bifermî dest bi kar kir. Hemû hêzên Kurdistanê, dîplomatên rojhilata navîn û ewropî ji bo merasîma sondxwarinê hatibûn vexwendin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji bo merasîmê hatibû vexwendin lê HDPê wê demê bi egera ‘civîneke girîng’ beşdarî merasîmê nebûbû.
Parlementerê Amedê Îmam Taşçier meha borî derbarê merasîmê û vexwendina HDPê ji PeyamaKurd re gotibû, “Ji bo merasîmê em wekî HDPê hatibûn vexwendin lê di hemand demê bi şandeke balyozxaneya Amerîkayê re hevdîtineke me hebû. Ji ber wê li hev nehat û me nekarî beşdarî merasîmê bibin. Belê, em dizanin ku em ne li wir bûn lê paşê em dixwazin serdana Hewlêrê bikin. Divê ev rewş bi awayekî din neyên şîrovekirin. Çimkî di vêya de qesd ya jî helwesteke dijber tune ye. Wekî min gotiye, wê demê civîneke me ya din hebû, lewra em beşdarî merasîmê nebûn.”
‘MEHEK DERBAS BÛ LÊ SERDANA HDPê HÊ JÎ PÊK NEHATIYE’
Ji bilî parlementerê Amedê Taşçier, hinek HDPyiyên din jî diyar kirin ku ew dê serdana Hewlêrê bikin lê heya niha ji aliyê HDPê ve tu hewildan tune ye û ew serdana ku gelekî kurd girîngiyê didiyê pêk nehatiye.
Ev sekin û helwesta HDPê cihê pirs û nîqaşê ye. Bêyî hemdê xwe jî be, mirov difikire bê gelo bandora Qendîlê û çalakiyên ku li Kurdistanê û Hewlêrê pêk tîne heye û aya dibe ku bandora Qendîlê li ser HDPê hebe? Dema em Ji vî aliyî ve li mijarê binerin, wisa diyar e ku hêj Qendîl zemîna yasayî û vîna gelê kurd a siyasî kontrol dike.
Ev rewş li hemberî têkoşîna kurdan a demokrasiyê astengiyekê derdixe. Di rewşeke wiha de gelo wê serdana HDPê bo Herêma Kurdistanê pêk were yan na, ev nayê zanîn lê dem derbas dibe û pirsên di serê rayagiştî de bêbersiv dimînin.
HDPya ku serdana her dever û aliyî ji xwe re kiriye wezîfe, beşdarî merasîmê sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî nebû. HDPê wek partî diyar kir ku ew dê serdana Hewlêrê bikin lê heya niha îrade nîşan nedaye û serdan Hewlêrê nekiriye. Bi we jî dema wê yekê nehatiye ku ev rewş were pirsyarîkirin û nîqaşkirin?
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin