PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li Sûriyê hêjmara DEAŞ ê gelek kêm mane û weha got:
“Em bo Rûsya, Îran, Sûriye, Iraq û welatên din DEAŞ iyan dikujin. Êdî niha em dixwazin mirovên xwe bînin malên wan.”
Trump di dema ku wê ji Koşka Sipî derê û here bi malbatên wan leşkerên ku li Munbicê hatin kuştin bibîne, li ser halê dawî yê Sûriyê hinek şiroveyan kir. Trump got ku hevdîtina bi malbatên Amerîkayiyan re bo wî zahf zahmete û behsa girîngiya têkbirina DEAŞê kir.
Trump got ku dema hat ser îdara Amerîkayê, li gelek deverên Sûriyê desthilatiya DEAŞ ê hebû û rêvebiriya wî li dijî rêxistina terorî gelek serkeftinan bidestxistiye. Trump weha dewam kir:
“Em bo kî DEAŞ iyan dikujin? Dijminê herî xerab yê Rûsya, Îran û Sûriyê DEAŞ e. Em dibînin ku em wan DEAŞ iyên ku ti carê bi me re ne di heman fikrê de ne, em wan dikujin. Hem, me DEAŞ ê têkbir û bi Esed qenciyeka mezin kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin