PeyamaKurd – 12 parlamentarên ji fraksîyonê Komela Dadgerî, Tevgera Goran û parlamenterekî serbixwe vekişîna xwe ji Parlamentoya Kurdistanê ragihandin.
Beriya niha jî heman fraksiyonan ligel li dijî dirêjkirina dema karkirina parlamentoyê derketibûn.
Fraksyona Yekgirtûya Îslamî û Fraksiyona Nifşê Nû jî vekişîna xwe ji Parlamentoya Kurdistanê ragihandibûn.
Serokê Fraksiyona Komela Dadgerî Ebdulstar Mecîd îro 6ê Mijdara 2022an di civîneke rojnamevanî de eşkere kir: “Me 12 parlamenterên Kurdistanê biryara boykotkirin û vekişîna ji Parlamentoya Kurdistanê da.”
Ebdulstar Mecîd got: “Em berê jî li dijî dirêjkirina vê xula parlamentoyê bûn û niha jî em naxwazin bibin beşek ji karên neyasayî yên ku hatine kirin.”
Herwiha Serokê Fraksiyona Komela Dadgerî, daxwaza di zûtirin demê de lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir.
Hêjayî gotinê ye, dema xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ya yasayî îro 6ê Mijdarê bi dawî dibe û hilbijartinên parlamentoyê di roja 1/10/2022 de nehatin kirin.
Ji ber wê jî parlamentoyê roja 9ê Cotmeha 2022yan, bi dengdana parlamenteran yasaya dirêjkirina salekê ya xebatên parlamentoyê derxistibû.
Li gorî vê yasaya ku ji aliyê endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Gorranê û parlamenterên din ên pêkhateyan ve hatiye pêşkêşkirin, parlamentoya niha wê heta Payîza sala 2023yan karê xwe dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin