Îran: Helwesta rêveberiya nû ya Amerîka em hêvîsikestî kirin

Îran: Helwesta rêveberiya nû ya Amerîka em hêvîsikestî kirin

PeyamaKurd – Serokê Parlamena Îranê Muhammed Baqir Galîfa got ku rêveberiya nû ya bi seroktiya Joe Biden a Amerîkayê bi helwesta xwe ew hêvîşikestî kirine.

Li gorî ajansa Tesnim a Îranê Galîbaf gotiye, “Li şûna ku Serokê Amerîka Joe Biden, pêşmercên nû derbarê cezayan de datîne ber Îranê, pêwîst e eşkere bike bê dixwazin çawa wan dorpêçan rakin. Heger Amerîka baweriya xwe bi peymana nukleerî tîne divê vê yekê di pratîkê de nîşan bide.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, li ser biryara Îranê ya zêdekirina rêjeya uranyumê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, piştî ku hatibû ser kar bang li Îranê kiribû pabendî peymana nukleerî bibe û heger vê bike ew dê hewl bidin rêkeftineke bihêz ligel Îranê pêk bînin.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump sala 2018an ji peymana nukleerî ya digel Îranê vekişiyabû û dorpêçên nû bi ser Îranê de hatibûn sepandin.

Îran dibêje, heger dorpêçên serdema Trump bên rakirin ew amade ne bi Amerîkayê re gotûbêjan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin