Siyasetmedarê Alman Werner Schulz li koska serokkomariyê mir

Siyasetmedarê Alman Werner Schulz li koska serokkomariyê mir

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Alman yê partiya kesk Werner Schulz ku kevnesiyasetmedare, di civînekî li qesra serokkomariya Almanya ji nîşka de mir. Li gor nûçeyên Almanya; Schulz ê 72 salî di dema ku wê di civînê de biaxifiya, nexweş dikeve, ji salonê dertê û dikeve erdê. Schulz li wê derê can dide.

Serokkomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier ragihand ku Schulz wefat kiriye û civîn hatiye bidawîkirin. Steinmeier, ji bo hevjîna Schulz, ji Monika Schulz re peyamekî sersaxiyê şand û tê de got:

“Îro li mala me, hevjînê we bi awayekî trajîk jiyana xwe ji dest da û bûyer min xemgîn kir.”

Schulz, di sala 1950an de hatibû dinyayê. Di salên 1990-2005 an de li meclisa federal bû û di salên 2009-2014 an de li Parlementoya Awrûpayê, parlementeriyê kiribû.

Schulz, wê li koşka serokkomariyê bi sedema salvegera roxandina Dîwarê Berlînê û salvegera şiddet û kuştina Yahûdiyan ya sala 1938 an biaxifiya.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin