Siyasetmedarên Alman: Serdana Barzanî, gelek girîng e!

Siyasetmedarên Alman: Serdana Barzanî, gelek girîng e!

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di 26ê Hezîranê de ango sibê bi serdaneke fermî serdana Almanyayê bike. Tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî, ligel Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û çend berpirsên din bicive.

Li gorî hat ragihandin, parlamenterên Alman vê serdanê ji bo têkiliyên navbera Hewlêr û Berlînê "pir girîng" dibînin.

Cîgira Berdevka Hikûmeta Almanyayê Christiane Hoffmann ragihand ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê, pêşhatên li herêmê û pirsgirêkên hevbeş ên herdu aliyan dê bên rojevê.

“Herêma Kurdistanê, hevpeymanek gelek girîng e”

Parlamenterê Partiya Keskan a Alman û Komîserê Mafên Mirovan Max Lucks got,

“Ev hevdîtin, hevdîtineke gelek girîng e. Ev jî nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê û Iraq di warê pêwendiyên aborî û berjewendiyên hevbeş de hevpeymana herî nêzîk a Almanyayê yên li herêmê ne.

Parlamenterê Partiya Doza Azad (FDP) Peter Heidt jî li ser hevdîtina Scholz û Barzanî got, "Ev yek îsbat dike ku Herêma Kurdistanê ji bo me hevalbendekî gelek girîng e û geşedanên li vê herêmê ji bo hikûmeta Almanya sereke ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin