PeyamaKurd – Şeva borî Mihemed Salih Iraqî yê wek Wezîrê Sedr tê nasîn, gefên tund li serokê milîsên Esayîb Ehlî Heq yên ji aliyê Îranê piştgiriya wan tê kirin xwar û ew wek kesekî kirêt û qirêj pênase kiribû.
Serokê milîsên Esayîb Ehlî Heq, Qeys Xezelî piştî gefên Tevgera Sedr û pevçûna doh 31ê Tebaxê ya li Besrayê di navbera hêzên wan û yên Sedr ji milîsên xwe xwest ku hemû ofîsên li Iraqê bi awayekî demkî ragirin.
Mihemed Salih Iraqî di peyama xwe de gotibû: “Heger milîsên xwe yên genî lixaw nekî û bi xwe jî ji kujer û tewanbarên ser bi xwe dûr nexî, yan jî îspat nekî ku ew girêdayî te ne, wê demê tu bixwe jî wekî wan pîs û genî û qirêjî.”
Iraqê di peyama xwe de gotibû, êdî henekên xwe bi xwîna gelê Iraqê neke û wiha pê de çûbû: “Ger wî mafî tu didî xwe ku ewên du te ketine bikujî, ew nayê wê wateyê ku tu xwe bikî celad û seyên har şêran bikujin. Heşdî Şeibî ne tu yî! Hey qirêj û kirêt!.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin