Misir dibe besdarê doza 'qirkirinê' ya Afrîkaya Basûr li dijî Îsraîlê vekiribû

Misir dibe besdarê doza 'qirkirinê' ya Afrîkaya Basûr li dijî Îsraîlê vekiribû

PeyamaKurd - Misirê ragihand ku ew ê bi awayekî fermî bibin beşdarê doza “Tawana jenosîdê’ ya ku ji aliyê Komara Afrîkaya Başûr ve li Dîwana Dadê ya Navneteweyî, li dijî Îsraîlê hatibû vekirin.

Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de ragihand ku "ev gav ji ber giranî û berfirehbûna hêrişên Îsraîlê yên li dijî sivîlên Filistînî yên li Xêsa Xezeyê hatiye avêtin."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Pêkanînên sîstematîk ên li dijî gelê Filistînê, di nav de hêrişên rasterast ên li dijî sivîlan, wêrankirina binesaziya Xezzeyê û bi zorê koçkirina Filistîniyan, bûye sedema qeyranek mirovî ya nedîtî."

Îsraîlê, ji bo pêkanîna operasyona leşkerî ya Refaha başûrê Xezzeyê, ferman dabû ku bi deh hezaran Filistînî ji bajêr derkevin.

Hate ragihandin ku vê hefteyê 300 hezar kes ji Refahê derketine.

Dîwana Dadê ya Navneteweyî ku navenda wê li Laheyê ye, serlêdana Afrîkaya Başûr a ji bo “pêşîlêgirtina lezgîn a parastina Refahê” red kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin