PeyamaKurd – Parlementoya Iraqê ragihand ku 59 kes ji bo serokkomariya Iraqê seredan kirine, 4 kes ji wan vekişiyane, di 14 kesan de şertên namzediyê tine ne û 2 kes ne derçûyên zankoyê ne.
Li gor qanûna Iraqê ya namzediyê; 33 kes heq kirine ku bibin namzed. Di nav namzedan de, namzedê PDK ê Rêber Ahmed û namzedê YNK ê Berhem Salih hene.
Li Iraqê serokwezîr ji Şî’ayan, serokê parlementoyê ji Sunneyan û serokkomar ji Kurda tê bijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin