PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê (Amed) li navça Reza di navbera du grûban de pevçûn derket û bi çekan li hev xistin. Birîndaran birin nexweşxanan û polîs dest bi lêpirsînê kir.
Hat gotin ku pevçûn di navbera xwediyê dukkanê û kirêkarê wî de derketiye. Bûyer li taxa Faihê li kolana Nukhet Coşkun de çêbûye û navê birîndaran nehat ragihandin.
Ji bo desteserkirina kesên ketine nav bûyerê polîs xebatên xwe dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin