PeyamaKurd- Cîgira Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Anna Malyar ragihand ku ji destpêka meha hezîranê û vir ve ku artêşa wan dest bi êrîşa dijber kiriye, bi giştî qadeke 210,5 kîlometir çargoşe hatiye rizgarkirin.
Anna Malyar, di daxuyaniya ku di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand de rewşa eniyên başûr û rojhilat nirxand.
Malyar diyar kir ku hêzên parastinê li başûr li ser milên Melitopol û Berdyanskê operasyonên xwe yên êrîşê berdewam dikin û amaje kir ku leşkerên Ukraynayê li Makarivka-Staromayorske, Novodarivka-Priyutne, Mala Tokmacka-Novopokrovka, Pyatihatki-Gro çalakî pêk hanîn û bi ser ketin.
Malyar destnîşan kir ku artêşa Ukraynayê di hefteya dawî de ji xeta parastinê ber bi kûrahiya ku Rus lê bi cih bûne bi pêş ve çûye û got, "Li başûr, qada ku di hefteya dawî de hat rizgarkirin 10,9 kîlometir çargoşe zêde bû."
Anna Malyar, piştî hûrgiliyên cebilxaneyên ku hatine desteserkirin, da zanîn ku 50 leşkerên Rusyayê jî dîl hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin