PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê li navçeya Mensûriyê ya bi ser bajarê Diyala ve, şîrketa Tirkiye ya netewî ya bi navê TPAO li wê derê xazê hildiberîne peymana pê re betal kir. Sedema betalkirina peymanê nîşan dan ku hinek şîrketên dinyayê li heman deverê daxwaza peymanên nû kirine.
Wezîrê petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar ragihand ku wana peymana bîra gazê ya li Mensuriye bi 3 şîrketan re îmze kiribûn û yek ji wan TPAO ya Tirkiyê ye. Niha her sê peymanan jî betal kiriye.
Li ser seha xazê bo peymanê bi şîrketên cîhanê re îmze bikin xebat tekirin û pêşniyarên şîrketên dinyayê tên sitendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin