HRW: Li Xezayê, bi sed hezaran kes bê av in!

HRW: Li Xezayê, bi sed hezaran kes bê av in!

PeyamaKurd- Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku Îsraîlê 9 roj berê ava Xezayê qut kir û niha jî bi sed hezaran kes nikarin xwe bigihînin ava vexwarinê.

Di daxuyaniya HRWê de hat ragihandin ku Îsraîlê di 11ê Cotmehê de ava Xezayê qut kir û 600 hezar kes ji ava paqij bêpar man.

Li gorî daxuyaniya HRWê ku di ser hesabê medyaya civakî ya rêxistinê re hat parvekirin, hat destnîşankirin ku dorpêçkirina Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezayê, zarokên Filistînî û sivîlên din dixe bin xetereyeke mezin.

Hat diyarkirin ku Îsraîlê, digel qutkirina avê, elektrîk û sotemeniyê jî qut kiriye û ev yek jî dibe sedem ku jina mirovan bikeve bin metirsiya jiyanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin