PeyamaKurd - Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, piştî hêrişa sûîqestî ya li dijî wî yekem car peyivî û got: " Em ê netirsin. Berovajî em ê li ber xwe bidin."
Serokê belê yê DYAyê Trump, dema ku di çarçoveya kampanya hilbijartinê ya serokatiya DYAyê de li Pensylvaniayê di mîtîngê de xîtabî alîgirên xwe dikir rastî hêrişeke çekdarî hat.
Trump piştî hêrişê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Truthê daxuyaniyek belav kir û got: "Em ê netirsin, berovajî em ê li hemberî xerabiyê, bi biryardariya baweriya xwe li ber xwe bidin."
Serokê berê yê Amerîkayê Trump der barê suîqesta ku li dijî wî hat kirin de .
Trump ji bo niyazên xêrxwestinê yên alîgirên xwe jî spasiya xwe ragihand û got: "Tenê Xwedê dikare pêşî li tiştên ku nayên fikirîn bigire."
Trump diyar kir ku ew ji bo kesên di hêrişê de brîndar bûne niyazên tenduristiyê dike û êşa welatiyê ku canê xwe ji dest daye di dilê xwe de hest dike û got: "Ji her demê bêtir girîngtir e ku em bibin yek û wek Amerîkayîtî, bi hêz domkirina karakterê xwe yê rast nîşan bidin û bi biryardarî nehêlin ku xerabî bi ser bikeve."
Trump diyar kir ku ew bê sebir li bendê ye ku vê hefteyê di mîtînga li Wisconsinê derkeve pêşberî alîgirên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin