PeyamaKurd – Li navça Foça ya bi ser bajarê Îzmîrê li taxa Yenifoçayê, di seha gilêşê de şewat derket û agir avêt daristanê. Agir, giha ciyê ku xanî lê ne û 32 xanî hatin valakirin.
Li ser agahdarkirina rêvebiriya daristanan, 9 balafir, 2 helîkopter, 30 arazoz, 6 alavên îkmala avê, 5 buldozer û 8 tîmên xebata bejayiyê hatin wezîfedarkirin. Her weha wezareta bergiriyê (MSB) 2 helîkopteran şand ciyê bûyerê.
Ji bo şewat zêde li xaniyan an ku li jîneghê bandorê neke, ewilî li ber xaniyan tedbîr hatin sitendin. Şewat qismen xistine bin kontrolê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin