PeyamaKurd – Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz li Agiriyê li navça Diyadînê axifî û got ku wê di 5 salan de 17 ton zêr hilberînin. Yılmaz got ku ji bo veberhênana zêr ya li Diyadînê 250 milyon dolar pere xerc kirine û di tesîsa zêran de dê 337 kes bixebitin.
Dezgeyên zêr yên Tirkiyê li Diyadînê li seha Mollakarayê dest bi xebata bidestxistina zêran kir, di salekî de 1 ton û di 5 salan de wê 17 ton zêr bi dest bixe. Wê hileberîna zêr, bi hilberîna vê sehayê re %10 zêde bibe an ku ji 30 tonî derê 33 tonî û di 5 salan de, bi bihayê îro wê 2,5 milyar dolarî dahatê bîne.
Niha li seha Mollakarayê 265 kes dixebitin û eger tesis bi temamî dest bi xebatê bike, wê 337 kes bixebitin. Ji xebatkaran herî kên dê 81 kes ji xelkê deverê be.