Nêçîrvan Barzanî: Karkerên Kurdistanê bi ked û xebata xwe herdem ber bi çav in

Nêçîrvan Barzanî: Karkerên Kurdistanê bi ked û xebata xwe herdem ber bi çav in

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran peyameke nivîskî weşand û cejna karkeran pîroz kir.

Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku karkerên Kurdistanê bi ked û xebata dest û pazûyên xwe çalak in û roleke diyarê binyadnerane li avadankirina welat da dibînin ku herdem ber bi çav in û cihê rêz û rûmetê ne.

Tevahiya peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi helkefta salvegera Yekê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyê li karkerên Kurdistan û sendîka û rêxistinên wan, her wiha pîrozbahiyê li hemû karkerên Iraq û cîhanê bi giştî dikim.

Karkerên Kurdistanê bi ked û xebata dest û pazûyên xwe çalak in û roleke diyarê binyadnerane li avadankirina welat da dibînin ku herdem ber bi çavin û cihê rêz û rûmetê ne.

Li vê salvegera pîroz da, tevahiya piştevaniyên xwe ji bo maf û daxwazên wan yê yasayî û sendîkayiyên rewa, debareke hêja û rewş û mercên baş yên karkirina karkeran û pêkanîna xweşguzeraniyê ji bo wê çîna kedkar û tevahiya xelkê Kurdistanê dûpat dikîn.

Hêvîdar în welatê me û cîhan her çi zûtire ji qeyran û kêşeyên derencamên şewba korona derbas bibîn ku mixabin bandoreke xerap li ser rewşa jiyana me hemûyan û bi taybetî karkeran û rênçberan dirust kiriye, bi wê hêviyê ku li sala nû de li rewşeke baştir de vê salvegerê bi bîr bînin.

Roja Cîhanî ya Karkeran li we hemûyan pîroz bê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01/05/2020

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin