PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ji ber rabûna lehiyê, otobusa geştiyarên iraqî wergeriya û 7 geştyarên Iraqî can dan.
Li gorî ragihandina medya Îranê Cîgirê Parêzgarê Xorasanê Mohsen Dawerî ragihandiye ku 12 geştiyarên Iraqî ji bo serdana mezarê Îmamzadê Yehya li nêzîkî bajarê Meşhedê diçûn û otobusa wan ji ber baran û lehiyê wegeriya û di encamê de 7 geştiyaran can da ku 5 ji wan jin bûn û 3 kes jî winda ne.
Li gorî amarên berpirsên Îranê, salane zêdetirî du milyon iraqî serdana Îranê dikin, bi taybetî jî diçin bajarê Meşhedê.
Heta niha di encama rabûna lehiyên çend rojên dawî de ku li gelek bajarên Îranê ji ber baraneke xurt çêbsûne, 69 kes mirine û gelek kes jî winda ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin