Rejîma Îranê sê mamosteyên Kurd didarizîne

Rejîma Îranê sê mamosteyên Kurd didarizîne

PeyamaKurd – Rejîma Îranê her sê mamosteyên Kurd ên li bajarê Dîwandereyê di 15ê Tîrmehê de hatibûn girtin, didarizîne.

Li gor zanyariyan, ev her sê mamoste û çalakvanên Kurd di roja 15ê Tîrmehê de beşdarî çalakiyeke taybet, piştîvanîkirina mamosteyên girtî li bajarê Dîwandere kiribûn û heman roj ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn girtin.

Herwiha hat zanîn, rejîma Îranê heta niha carekê ev mamosteyên han dadgeh kiriye û biryar e di rojên pêşiya me de dîsa ev mamosteyên han werin darizandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin