PeyamaKurd – Di êrîşên Îsraîlê yên ser Hîzbûllah a Lubnanê de, ji 8ê Êlûnê heya niha 558 kes hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşên dawiyê de, di nav kuştiyên Hîzbûllahê de fermandar İbrahim Kubeysi jî heye.
Hat ragihandin ku Kubeysi di nav Hîzbûllahê de ji temamê karên roketan berpirs bûye. Artêşa Îsraîlê li başûrê Beyrûdê di êrîşa hewayî ya îro de, li devera Dahiyê li taxa Gubeyriyê xist û ev êrîşa Îsraîlê ya 5em e.
Li gor ragihandina artêşa Îsraîlê; di êrîşê de 6 kes mirine û 15 kes birîndar bûne. Çavkaniyên ewlehiya Lubnanê ragihandin ku artêşa Îsraîlê li başûrê Beyrûdê li apartmanekî 6 qat xistiye û İbrahim Kubeysi di apartmanê de hatiye kuştin.
Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê Firas el-Ebyad, li Beyrûdê di civîna çapemeniyê de got ku ji duhî de Îsraîlê êrîşên ku heya niha nehatine dîtin kiriye û di encamê heya niha 558 kes hatin kuştin û 1835 kes birîndar bûne.
Ebyad ragihandiye ku di nav kuştiyan de 50 ji wan zarokin û 95 ji wan jin in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin