PeyamaKurd – Medya Ereb ev demek e li ser ji nû ve bihêzbûna rêxistina terorîst DAIŞê li Iraq û Sûriyê raportan belav dike ku di nirxandinan de tê gotin ku ragihandina têkçûna DAIŞê di sala 2019an de, rêxistinê wekî derfet ji xwe re bikar aniye.
Her çiqas di destê DAIŞê de niha ti herêmeke deshilatiyê nema be jî bi awayekî berbelavî bi taybet li nav çolistana Sûriyê bihêz bûye û li qadeke berfireh çalakiyên xwe berdewam dike.
'DAIŞê ragihandina dawîbûna şer wekî derfet bi kar anî'
Rojnameya El-Ereb li ser mijarê diyar kiriye: "DAIŞê karîye ku li Sûriyê dîsa xwe komî ser hev bike û bi hêz bibe. DAIŞê nêrîna navdewletî ku digot, DAIŞ çû û êdî venagere û piştî şerê hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞê ku dawiya sala 2019an li pey şerê Baxozê hat ragihandin, wekî derfet bi kar anî."
Herwiha rojname dide zanîn ku DAIŞ ketiye pêvajoyeke nû û hebûna xwe li Sûriyê ferz dike, bi taybet li sêgoşeya Hema, Heleb û Reqayê û derbeyên giran li hêzên rejîmê xistine di nav 2 mehên dawiyê de.
'DAIŞ li qadeke berfireh a çolistana Sûriyê belav bûye'
Li gorî raportan DAIŞ bi taybet li çolistana Sûriyê bihêz bûye û li qadeke nêzî 4 hezar kîlometre çargoşe ku ji çiyayên Ebû Recmên dest pê dike, heta bakurê rojhilatê Tedmurê ya çolistana Dêrazorê û gundewarên wê yên rojava belav bûye.
Herwiha DAIŞ li çolistana El-Sixnê li bakurê Sûriyê ku di nava sînorên parêzgeha Siwêdayê de ye jî heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di çend rojên dawî de DAIŞê çend êrîşên dijwar bi ser hêzên rejîma Sûriyê de pêk anîn ku li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) bi dehan leşkerên hêzên sûrî hatine kuştin û birîndarkirin.
Herwiha di kemîneke ku du roj berê DAIŞê danîbû ber hêzên Sûriyê de, wesayîteke leşkerî ya Sûriyê tevî leşkerên di nav de hatibû desteserkirin ji aliyê çekdarên DAIŞê ve.
Li aliyê din jî Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarên Dêrazorê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê operasyonên xwe berdewam dike ku çalakbûna DAIŞê bi awayekî berbiçav ji nû ve xwe nîşan dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin