PeyamaKurd – Serowezîrtiya Îsraîlê ragihand ku wê weka her salê, di meha Remezanê de, di hefteya ewilî de îzna çûna hinek Mislimanan bide da herin Mescid a Aqsayê.
Wê hêzên ewlehiyê ji aliyê asayîşê de heftane rojevê rave bikin û li gor wê, îzna çûna Aqsayê dê bidin an nedin. Hêzên asayîşê piştî di bin serokatiya Benyamîn Netenyahu de civiyan biryara li jorê dan.
Li gor ragihandina serokwezîrtiya Îsraîlê; dê azadiya temamê baweriyan, di temamê îbadetxanan de ji bo ayînên xwe bikin dê bê parastin û weha got:
“Meha Remezanê ji bo Misilmanan pîroz e. Weke her salê, dê îsal jî pîroziya wê bê parastin.”
Çûna Mescid a Aqsayê weke her salê dê di hefteya ewilî de bidin. Eger ji aliyê asayîşê de talûka wê tine be û gengeşe dernexin, wê her hefte dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin