PeyamaKurd – Li Pakistanê piştî fesxa parlementoyê serokwezîrê demkî hat destnîşan kirin û Anwaarul Hak Kakar bû serokwezîrê demkî. Kakar wê heya hilbijartina bê ya adara sala 2024an serokwezîrtiyê bike.
Beşa çapemeniyê ya serokwezîrtiya Pakistanê ragihand ku ji bo destnîşankirina serokwezîrê demkî yê Pakistanê serokwezîrê berê Şahbaz Şerîf û serokê muxalefetê Raja Riaz ji bo destnîşankirina serokwezîrê demkî li Îslamabadê civiyan.
Di encamê de biryarê dan ku serokê partiya Gel yê Belûcistanê (BAP) senator Anwaarul Hak Kakar bibe serokwezîrê demkî. Serokkomarê Pakistanê Arif Alvi jî biryarnamê îmze kiriye.
Hak Kakar di sala 2018an de bû senatorê Pakistanê û siyasetmedarekî aktif e. Berya bibe senator berdevkê hukumeta Belûcistanê bû. Ji zankoya Belûcistanê derçûye, di civaknasî û ilmê siyasetê de lîsansa bilind kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin