Li Rûsyayê di tankên petrolê yên rêyên hesin de taqîn çêbû û agir bi tankan ket

Li Rûsyayê di tankên petrolê yên rêyên hesin de taqîn çêbû û agir bi tankan ket

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li bajarê Angarskê ku lê tesîsa tijekirina petrolê heye, di wexta ku tankên rêyên hesin tije dikirin, agir bi tesîsê ket û 3 tank jê teqiyan. Li ser pêketina agir, wezareta rewşa lezgîn ya Rûsyayê tîmên xwe sewqî ciyê bûyerê kir. Bi xebata alav û xebatkarên îtfaiyê, karibûn di nav 2 sietan de agir bixin bin kontrola xwe.

Baregeha wezaretê beşa herêma İrkutskê ragihand ku 3 tank bi temamî şewitîne û tesîsa tijekirina petrolê li dora 400 m2 yê bi temamî nayê bikaranîn û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin