PeyamaKurd – 6 partiyên Tirkiyê yên muxalefetê 8 em civîna xwe kirin û xwediyê malê partiya DEVA bû. Piştî civînê, serokên partiyan bi hevparî daxwuyanî dan. Di daxwuyaniyê de, di serî de êrîşa Îstenbolê ya li Taksîmê hebû. Di metna hevpar de êrîşa terorî hat şermezarkirin. Di daxwuyaniyê de her weha hat gotin ku wê metna xwe ya hevpar di 28 ê mijdarê de ragihînin.
Di civînê de serokê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu, seroka İYİ Partiyê Meral Akşener, serokê partiya Saadetê Temel Karamollaoğlu, serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoğlu, serokê Partiya DEVA yê Ali Babacan û serokê partiya Demokrat Gültekin Uysa hebûn.
Li gor daxwuyaniyê di gelek babetan de her 6 partî xebatên xwe temam kirine û wê encamnameya xwe di 28 ê mijdarê de ji bo raya giştî ragihînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin