PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Çînê Qin Gang ragihand ku Çîn ji bo destpêkirina dan û stendinên aştiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de çêbibin, amade ye ku navbeynkariyê bike.
Rêveberiya Pekînê ya ku di peymana dîrokî ya Îran û Erebîstana Siûdî ya ji nû ve destpêkirina têkiliyên dîplomatîk ên piştî 7 salan de navbeynkarî kiribû, vê carê ji bo Filistîn û Îsraîlê xwest bikeve navberê.
Qin Gang, bi hevtayên xwe yên Îsraîlî û Filistînî re bi telefonê axivî û ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên di navbera herdu welatan de navbeynkarî kir.
Qîn di hevdîtina xwe ya bi wezîrê karên derve yê Îsraîlê Elî Cohen re got: “Çîn ji aloziya niha ya di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de nîgeran e û armanca niha ew e ku rewşê ragirin û nehêlin tundûtûjî zêde bibe û heta ji kontrolê derkeve.
Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Israîlê Cohen spasiya Çînê kir ku amade ye piştgiriya çareserkirina kêşeya Îsraîl û Filistînê bike û diyar kir ku Îsraîl bi biryar e ku rewşa heyî aram bike, lê di demeke kurt de ne pêkan e ku pirsgirêk çareser bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin