PeyamaKurd- Li bajarê Mersinê li navçeya Mut ê otobusa ku leşkeran dibir, bi sedemên teknîkî qeza kir. Ajotvanê otobusê bi sedema frêna erebê diteqe an ku vala dibe û frêna dest jî nema dixebite, bo tiştekî bi serê rêwiyan nê, xwe fîda dike. Eger ajotvan xwe fîda nekira wê temamê rêwiyên di otobusê de bimrana. Lê xwe fîda dike û bi mirina xwe, ajotvanê din yê hevalê xwe û 4 leşkeran, otobus ji qezayê bi kêmzayîat dertê.
Di qezayê de 2 ajotvanên otobusê, 4 leşker mirin û 27 leşker jî birîndar bûn. 15 leşker ên ku bo tedawiyê birin nexweşxane ya dewletê ya navçeya Mutê, piştî tedawiyê wan ji nexweşxanê dersixtin. Tedawiya leşkerekî li nexweşxane ya navçeya Silifkê dewam dike. Tedawiya 5 leşkerên li zankoya Mersinê dewam dike. Tedawiya 4 leşkeran li nexweşxane ya Mersînê ya bajêr dewam dike.
Leşkerên ku qeza kirin diçûn Kıbrisê da ekseriya xwe dewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin