Fermandar Merdan Çavsîn: ISID î tevlî Hasdî Sa’bî bûne

Fermandar Merdan Çavsîn: ISID î tevlî Hasdî Sa’bî bûne

PeyamaKurd- Fermandarê pêşmerge yê eniya Kîfrî Merdan Çavşîn bo bernama Rûdawê ragihand ku li bajarokê Gulale ya bi ser Xaneqînê, Tûxayên Bedir û Esayîb Ehlî Heq ku bi ser Haşdî Şa’bî ve ne hene û hinek kesên İŞİD ê tevlî wan bûne. Çavşîn weha got:

“Ji kesên İŞİDê yên ku tên naskirin Fîras Necîm Yunis, Munteser Tîrkî, Seîd el Kirawî, Ahmed Telal û Zeyd Mewlan tevlî Haşdî Şa’bî bûne. Van kesan berê weke İŞİD li dijî Kurdan şer dikirin lê niha ketine nava Haşdî Şa’bî û kîna xwe ya li dijî Kurda, di nava Haşdî Şa’bî de nîşan didin.”

Fermandarê pêşmerge Çavşîn aşkera kir ku kesên İŞİDİ yên bi navên Ahmed Yûsûf, Enwer Ahmed Yûsûf Tebag, Hasan Cedûn, Seyf Emume el Kirawî ku niha di nava Esayîb Ehlî Heq de ne, berê di nava İŞİD ê de, li dijî Kurdan şer dikirin. Niha tevgerên wan li ser sînorê Kîfrî û Kuleco zêde bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin