Di doza Galeriayê de 22 sal sizayê girtîgehê hat xwestin

Di doza Galeriayê de 22 sal sizayê girtîgehê hat xwestin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Galeria ya Diyarbekirê ku di erdhejên navenda Mereşê de hilweşiya û 89 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo 7 bersûcan doz hatibû vekirin ji bo her yek ji wan 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.

Hat diyarkirin ku lêpirsîna li ser peywirdarên Sedat Eser, Mehmet Şîrîn Yîgît, Şeyhmus Yîgît, endezyarê înşaetê û berpirsê teknîkî Tevfîk Demîr û M.E, H.M.Y û Î.H.Y, de qediya.

Îdîanameya ku ji aliyê Serdozgeriyê ve li ser bersûcên ku ji ber sûcê “Bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirin û birîndarkirina ji kesekî zêdetir,” 22 sal û 6 meh sizayê girtîgehê ji aliyê 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Di îdianameyê de Bahattîn Yildirim, Ender Tazgel, Mehmet Tazgel, Muhammed Azîz Kadrî Ozyildiz ên ku beriya niha di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn girtin û ji aliyê 2yemîn Dadweriya Cezayê Asliyeyê ya Erkdar ve tu qisûra wan tunebû, serbest hatin berdan.

Bi hincetên dema binçavkirinê û berhevkirina delîlan, piştî raporta pisporiyê ya li ser dosyayê hat şandin, biryar hat dayîn ku 20 gumanbarên ku di nav wan de Nîhat Yildirim, Rojhat Şenyigit û Selahattîn Ozyildiz jî hene bên darizandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin