PeyamaKurd – Konseya Kîmyayê ya Amerîkayê di sala 1876an de li Washington DC yê navenda xwe vekiriye û niha li seranserê dinyayê ji 155 hezarî zêdetir endamên wê hene. Konsey, li Amerîkayê li eyaleta California li bajarê San Diegoyê civîna xwe ya salane kir û ragihand ku wê beşekî konseyê li Herêma Kurdistanê vekin.
Konseya Kîmyayê ya Amerîkayê (ACC) di asta navdewletî de destekê dide lêkolînên kîmyewî bê ku jê fêdeya maddî bidest bixe. ACC, tevî derxistina astengiyan ji aliyê Bexdayê de biryarê da ku beşa xwe li Herêma Kurdistanê ava bike. Niştergerê Kurd Xazî Zêbarî ji bo K24 ê ragihandiye ku bi salaye ACC dixwaze li Herêma Kurdistanê beşa xwe veke û niha 40 endamên konseyê li Herêma Kurdistanê hene.
Zêbarê berê serokê beşa konseyê ya Louisiana bû û li ser astengiyên Bexdayê derdixist ragihand ku bi xêra Yekîtiya Niştergerên Herêma Kurdistanê, di vekirina beşa ACC yê de biserketine. Zêbarî mijarê weha dewam dike:
“Berê Bexda nehişt li Herêma Kurdistanê beşa me vebe. Temamê kar di ser Bexdayê de dimeşiya. Dema biryara vekirina beşê hat dayîn, doktorên hevalên me, min weke serokê beşê hilbijartin. Wê vê pêngavê, bibe alîkar da têkiliyên xwurt di navbera niştergerên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bên danîn. Di pêşde wê niştergerên herêma Kurdistanê ji bo bi niştergerên dinyayê têkilî deynin, wê ji kursên konseyê fêde bibînin.”
Li seranserê dinyayê 52 beşên konseyê hene û beşa 53an dibe ya Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin