Rûsya Bosna Hersekê tehdîd kir

Rûsya Bosna Hersekê tehdîd kir

PeyamaKurd – Bosna Hersek difikire ku bibe endamê NATO lê ji ber bi erdnîgariya wê nêzî Rûsyaye, Rûsya naxwaze Bosna Hersek bibe endamê NATO yê û got ku bibe endam, ew bûyerên li Ûkraynayê diqewimin wê were serê wan jî.

Balyozê Rûsyayê yê Saraybosnayê İgor Kalabuhov got ku mafê Bosna Hersekêye bibe nedamê NATO yê lê mafê Rûsya heye ku li gor berjewendiyên xwe bertekê nîşan bide û weha dewam kir:

“Me nîşan da ku li Ûkraynayê em bendeyê çi bûn.”

Li ser axaftina balyozê Rûsyayê yê Saraybosnayê, endamê konseya serokatiya Bosna Hersekê Sefik Dzaferovic bertek nîşan da û got ku gotinên Rûsyayê êrîşa ser yekîtiya axa Bosnayê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin