PeyamaKurd – Sewrokkomarê Çînê Xi Jinping, li Erebistana Si’ûdiyê li payîtext Riyadê bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re civiya. Serokê Çînê Xi daxwuyaniyekî li ser têkiliyên Çînê û Iraqê da û got:
“Çîn, wê di babetên weka nûhkirina an ku ji nûh de avakirina Iraqê de, destekê bide Iraqê, ji bo endustriya Iraqê pêşde here, di başkirina dahatên ji bo debara xelkê de û ji bo geşepêdana Iraqê desteka xwe ya ji bo Iraqê dewam bike.
Di mijarên ku Iraqê yên berjewendiyên bingehîn yên Çînê eleqedar dike de, desteka Iraqê hêjayê gotinêye. Em di desthilat, yekîtiya axa Iraqê de her wext Iraqê destek dikin û ji bo alîkariyê, em temamê grûbên li Iraqê destek dikin.
Em dilxwazin ku hevkariya stratejîk ya bi Iraqê re kûrtir bikin û ev daxwaza me ye. Em bawerin ku Iraq wê ewlehiya xebatkarên Çînê, dezge û saziyên wê yên li Iraqê temîn bike û em destekê didin tevlîbûna Iraqê ya İnsiyatîfa Geşepêdana Kureyî ya Iraqê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin