PeyamaKurd – Dadgeha Şoreşê ya Îranê, cezayê îdamê yê li ser hemwelatiyê Îran-Amerîkî Cemşîd Şarmehd ku ji welatê Îmaratê bo Îranê hatibû revandin, erê kir.
Berdevkê Dezgeha Dadwerî ya Îranê, Mesûd Sitayiş, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku Dadgeha Bilind a Şoreşê cezayê darvekirinê yê Cemşîd Şarmehd pesend kiriye.
Cemşîd Şermehd çend sal berê li Îmaratê ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê ve hatibû revandin û bi tohmeta “mufsêd fî erz” ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi îdamê hatibû sizadan.
Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty) bi nameyekê ji Serokê Dezgeha Dadwerî ya Îranê, daxwaz kiribû bilez cezayê sepandî yê Cemşîd Şarmehd bê hilweşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin