Dadgeha Hollandê frotina parçeyên F-35an a Îsraîlê rawestand

Dadgeha Hollandê frotina parçeyên F-35an a Îsraîlê rawestand

PeyamaKurd - Dadgeheke Hollandayê firotina parçeyên frokeyên şer ên F-35 ya ji aliyê hikûmeta Hollandayê ya ji Îsraîlê re rawestand.

Dadgeha Temyîzê ya Laheyê bi gumana "xeteriya binpêkirina hiqûqa mirovî ya giran" biryar da ku herî dereng di nav 7 rojan de şandina parçeyên F-35an a ji bo Îsraîlê bê rawestandin.

Dadgehê, di derbarê doza ku ji aliyê rêxistinên sivîl Oxfam Novib, PAX û The Rights Forum ve hatibû vekirin îro biryar da.

Di dozê de hatibû destnîşankirin ku henardekirina parçeyên yedek ên frokeyên şer ên F-35 ên ji Hêza Hewayî ya Îsraîlê re, dikare li Xezzeyê rê li ber jenosîd û binpêkirinên giran ên yasayên şer veke û hahtibû xwestin ku henardekirin bê rawestandin.

Ji ber ku dadgeha herêmî daxwazên vê dozê red kiribû û biryara domandina henardekirinê dabû, Oxfam Novib, PAX û The Rights Forum dozê biribûn Dadgeha Temyîzê ya Laheyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin