PeyamaKurd – Li nehiyeya Gulale ya bajaroka Xaneqîn a parêzgeha Diyaleyê, bombe bi destê zarokan de teqiya.
Hat ragihandin ku îro 29ê Çile, li taxa El Wehde ya Gulale bombe bi zarokên ku dilîstin de teqiya û li gorî zanyariyên destpêkê zarokekî can da û 4 zarok jî birîndar bûn.
Gulale girêdayî bajaroka Xaneqînê ye ku navçeyeke Kurdistanî ya li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin