PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li gundê Binevşa (Aksu) di encama êrîşa guran de, mîh pê li hev kirin û di encamê de 300 mîh mirin. Sedema ku mîh pê li hev kirin, di encama şerê navbera gur û kûçikan (seh) bû ku mîh ketin panîkê. Ji bilî mihên mirî gelek ji wan jî birîndar bûn.
Gundê Binevşa ji Hakkariyê 90 km dûre û ji ber zozane di havînan de xelkê koçer ji Batmanê terş û tareşên xwe dibin wî zozanî û xwediyê navê terş Abdullah Erden e. Erden weha gotiye:
“Zerara me nêzî 2 milyon (74 hezar dolar) TL ye. Ji bo heywanên xwe biçêrînin tînin zozanên Hakkariyê. Min îsal jî keriyên xwe anî gundê Binevşa. Ez 4 mehe li vê derê me. Di wexta siba de guran li ber mihên me kemîn danîbûn. Dema seyên me guran dîtin dest bi şer kirin. Mihên me tirsiyan û ber bi jêr de reviyan. Em ketin pey guran. Dema ber bi jêr de çûn hev pelixandin. 300 heb di bin yên din de man û telef bûn. Gelek ji wan jî seqet man. Cara yekeme ku ew qas zerara me dibe. Temamê wan heywanên şîr bûn. Dixwazin rayedar zerara min bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin