PeyamaKurd - Wezîrê Avedankirin û Akincîbûna Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ragihand, plana wan heye rêya hesinî li Başûrê Kurdistanê çêkin.
Dana Ebdulkerîm îro di civîneke rojnamevaniyê de got ku ew niha mijûlî danîna plan û karnameya xwe ya çar salên bê ne.
Ebdulkerîm diyar kir, ji ber wê jî ew bi rêveberiyên parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê re dicivin û dixwazin planeke mukim bo çar salên bê deynin.
Wezîrê hikûmeta Kurdistanê da zanîn, di plana wan de heye rêya hesînî jî çêbikin û got, "Rêyên me gelekî wêran bûne, yek ji sebebên wê yekê nebûna rêya hesînî ye. Fêdeyên rêya hesinî gelek in û dê bibe sebeba geşbûna bazirganî bi welatên cîran re jî."
Dana Ebdulkerîm destnîşan kir ku ew dixwazin rê û cadeyan jî biparêzin û rêyên wêran û kevin jî nûjen bikin, loma danîna rêya hesinî gelekî pêwîst û zerûrî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin