PeyamaKurd – Îro şemiyê (14.09.2019) hejmarek navgînên hewayî yên bê mirov (NHB) du saziyên şîrketa Aramko ya Siûdiyê yên li bajarokê Beqîq a rojhilatê Erebistana Siûdiyê kirin armanc.
Ji ber êrîşa NHByan, du teqîn li du kargehan pêk hatin û agirekî mezin berbû wan kargehan. Li gor zanyariyên hatine belav kirin, desthilatdarên Siûdiyê agir vemirandine.
Guman tê kirin êrîş ji aliyê Tevgera Ensarulla a Husiyên Yemenê ve pêk hatibe, ji ber berî niha jî gelek caran êrîş kirine ser saziyên wî welatî .
Husî, şîeyên Yemenê ne û Îran ji aliyê madî û menewî û lojîstîkî ve alîkariya wan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin