PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, piştî bûyera êrîşa li Orşelîm (Qûdsê) ku 3 kes di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin, daxuyanî da.
Netanyahû di daxuyaniya xwe ya li ser medya civakî de got ku êrîşkar ji aliyê 2 leşkerên îsarîlî û kesekî sivîl ve hatine bêbandorkirin û destnîşan kir:
“Wê hikûmeta di bin serokatiya min de, belavkirina çekan li hemwelatiyan berfirehtir bike.”
Di êrîşa îro danê sibehê ya li Qûdsê de 3 welatiyên îsraîlî hatibûn kuştin û 3 kes jî bi giranî birîndar bûbûn.
Hikûmeta Netanyahû piştî êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê kampanyaya çekdarkirina sivîlan dabû destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin