Rûsya vanayên neftê bêtir digire

Rûsya vanayên neftê bêtir digire

Peyama Kurd - Rûsya di çarçoveya peymana OPEC Plusê de wê di meha Kanûnê de kêmkirina hinardekirina neftê zêde bike. Ji aliyê din ve Gazpromê ji bo dabînkirina gazê ya ji bo Çînê rekoreke nû ya rojane tomar kir.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksander Novak da zanîn ku di çarçoveya peymana OPEC Plusê de Rûsya wê di meha Kanûnê de qutkirinên hinardekirina neftê zêde bike.

Di heman demê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn jî diyar kir ku Rûsya ji awayê pêkanîna peymana bi Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re ya der barê gihandina berhemên çandinî û semedên Rûsyayê ji bo bazara cîhanê ne razî ye.

Verşînîn got, “ji ber ku ti encameke taybet bi dest neketiye, em nikarin bi cîbicîkirina rêkeftina Rûsya û NYê razî bibin. Lê belê tevî ku tê gotin ku hinardekirina berhemên çandinî û gubreyê di bin guvaşan de nîne jî em bi heman zehmetiyan re rû bi rû dimînin."

Ji aliyê din ve di daxuyaniya kompanya Gazpromê ya Rûsî de hat ragihandin ku di 16ê Kanûnê de bi rêya lûleyên enerjiyê yên Sîbîryayê di şandina gazê ya rojane ya ji bo Çînê de rekoreke dîrokî ya nû hatiye tomarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di 16'ê Kanûnê de, bi daxwaza Çînê ya ji bo hawirdekirina gaza Rûsyayê bi rêya Xeta Gazê ya Sîbîryayê, careke din pêşbîniyên peymanê yên rojane hatin derbazkirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin