Li Ezirgan û Kelkîtê erd hejiya

Li Ezirgan û Kelkîtê erd hejiya

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Ezirganê û navça Kelkîtê ya bi ser bajarê Gumuşxanê erdhej çêbû. Di navbera her dû erdhejan de 5 deqe ferq heye.

Li gor ragihandina AFADê; li Kelkîtê bi dereca 4,1 û li Ezirganê bi dereca 3,7 erdhej çêbû. Li Kelkîtê seet di 23.23an de di kûrahiya 15 km yan de û li Ezirganê seet di 23.28an de di kûrahiya 7 km yan de erdhej çêbû. Ezirgan û Kelkît hem nêzî hevin û hem li ser heman xetê ne.

Heya niha di derbarê zerara maddî û canî de ti agahiya neyînî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin