Li Misirê teqîn: 12 birîndar

Li Misirê teqîn: 12 birîndar

PeyamaKurd- Li welatê Misrê, nêzî balafirgeha Qahîreyê, di tesîseka petrokîmya de teqîn çêbû û 12 kes birîndar bûn. Tesîs ya dewletê ye û bi ser wezareta Misrê ya Şer û Sanayiyê ve ye.

Berdevkê artêşa Misrê albay Tamîr Rifaî di ragihandina xwe got ku di depoya petrokimya ya bi ser şîrketa Heliopolis de, bi sedema germa zêde teqîn çêbûye. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Misrê MENA yê, 12 kesên ku di teqînê de birîndar bûn, wan bo tedawiyê birin nexweşxaneyan.

Teqîn bandorê li balafirgehê nekiriye û seferên balafirgehê dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin